MERAŞ
Anê, bavo, xalo, xangê birano
Ez je bîrnakim vî şerê Meraşê
Çi anîne serî me çêlikê gurano
Je bîrnakim anê şerê Meraşê
Meraşê Meraşê, zalim Meraşê
Em lê nekenîn, ne berê ne paşê
Dunya bûye zindan, ro naçe avan
Zar û zêç serjêkirin le pêş çavê bavan
Heta faşist kur biwin je herdu çavan
Je bîrnakim bavo ola Meraşê
Meraşê Meraşê, zalim Meraşê
Em lê nekenîn, ne berê ne paşê
Ola Meraşê le dunyê bûye fîlim
Zar û zêc serjêkirin dîlim dîlim
Çi anîne serê mehla Yörükselîm
Je bîrnakim xangê, şerê Meraşê
Meraşê Meraşê, zalim Meraşê
Em lê nekenîn, ne berê ne paşê
Le Meraşê topbûn çêlikê guran
Dest avitne xangan le pêş çavê biran
Qe em je bîrnakin heyfa mixtarê Xidiran
Je bîrnakim bira şerê Meraşê
Meraşê Meraşê, zalim Meraşê
Em lê nekenîn, ne berê ne paşê
Topkirin se Bêltîzan û Cerîtan
Herderek şewitandin îtoxlu îtan
Pir dewrîmcî kuştin Çeqalan û Fîtan
Je bîrnakim xalo ola Meraşê
Meraşê Meraşê, zalim Meraşê
Em lê nekenîn, ne berê ne paşê
Tags: pazarcik alevi kürt halki için 2008 maras kürdistan